1. (bnr: keskesor) |
|
20.04.2014 14:02 |
jîndar
|
2. navê pirtûkeke gulîzerê ye. Jixwe helbestvaniya gulîzerê gellekî serkeftî ye, bi vê pirtûkê helbestvaniya kurdî hîn bêtir serbilind kiriye. |
|
26.02.2015 23:02 |
berxweda
|
3. navê straneke mem araratî ye |
|
09.03.2015 18:01 |
ferhenga şikestî
|
4. Eynî deme de nameyê albumê koma sîmurg o newe yo. zereyê nê albumî de kurdî(kurmancî, hebêk kilamek zî bi zazakî), tirkî, tena cinitişê enstrumanî estê. 11 heb deyîrî estê di nê albumê de. |
|
14.05.2015 00:21 |
endazyar
|
5. kesî nenivîsandiye ka ez binivîsim. gotinên wê wiha ne: |
|
14.05.2015 00:28 |
mergehez
|
6. berê dema barîna baranê gîro dibû anku dereng diket hingî zarokan bûkokek yanî pêlîstokek ji qirş û qepalan çêdikirin û li nav gund digerandin û di ber re jî digotin; bûka me baran divê.. |
|
19.05.2015 21:20 |
endazer
|
7. Bûka Baranê kovareke zarokan a sêmehane ye. naveroka wî dewlemend e. Ji çîrok û helbestên cûr bi cûr, lîstikên gelêrî û mantiqî, agahiyên bajaran, danaskirinên kurdên navdar hwd. |
|
19.05.2015 23:06 ~23:08 |
arya jîyanda
|
8. bûka baranê ji bo ew tişta rengîn ku piştê baranê derdikeve tê gotin. hin kes dibêje heftreng, hin dibêjin keskesor ... bi Tirkî : gök kuşağı . |
|
19.05.2015 23:13 |
aynştayn
|
9. Navê straneke mem araratî ye ku êdî weke stranên awazên çiya yên ku wergî ji aliyê herkesî hatine gotin, li ber çavên min reş bûye. |
|
20.05.2015 13:20 |
mergehez
|
10. Dema ko baran neyê zarok bûka baranê çêdikin, li nav gund digerênin û dibêjin: |
|
20.09.2015 02:56 |
endazer
|
11. Li aliyê me av bi serê buka baranê de dikirin ne bi zaroyan de (du cara emojiya fediyok) |
|
21.09.2015 18:21 |
kirêtek
|
12. li aliyê me wexta ku şilî nehata zarokên gund “bûka baranê” digerandin. du daran wek xaçekî bi hev ve girê didan û cil û berg û pîne-paçên jinan lê dikirin û dişibandin bûkeke hişk bûyî, mirdar û pejmûrde ku hewceyî avê ye. zarokên gund bûka baranê mal bi mal digerandin û kebaniya her malekê tasek av di ser bûka baranê de dikir. paşê hinek ard, an jî çend hêk û hinek rûn didan zarokan û ew jî bi wan destxistiyan diçûn dikanê ji xwe re xurek dikirîn. |
|
04.08.2020 02:27 ~02:36 |
tizbîkêş
|
13. Îro çawa çêbû niza Lê hat bîra min. Berê wexta ku baran nedihat zarokên gundê me bi taybet keçên gund cilên kewn li bêrê dikirin û mal bi mal digerandin. Xwediyê her malê tasek Av bi bûkê dadikirin. Di vê kêliyê da zarokên gund tiştek digotin Lê niha nayê bîra min. Min telefona xwişka kir jê pirsî Ev jî xwe bîr kiriye * lê digot me jê re digot bûka bêrê ez dibêm xelet dizane gundê me gundekî dimilîaxif e. Xwişka min jî vê çaxê zarok bû Ji ber vê baş nizaniye qey. Lê cil li bêrê kirine Ji ber vê dibe ku navê vê organîzasyonê bûka bêrê jî bibe. Nexêr mijara me ne ev e. |
|
24.12.2020 22:11 |
kajav
|
14. Bûka Baranê çi ye ? |
|
29.01.2021 16:14 |
azad517
|
gotinên pêşiyan [1] |
|
gotinên pêşiyan [2] |
|
bnr [2] |
|
hêvî (stran) [2] |
|
erling braut haaland [1] |